Rêya bejahî ya Şirnex-Cizîrê ji bo 3 rojan li trafîkê hat girtin

Rêya bejahî ya Şirnex-Cizîrê, bi hinceta "li herêmê wê operasyon were kirin" ji bo 3 rojan ji her du aliyan ve li trafîkê hat girtin.

Li gorî agahiyên hatin bidestxistin, rêya bejahî ya Şirnex-Cizîrê bi fermana Walîtiya Tirk a li Şirnexê, bi hinceta "operasyon heye" ji bo sê rojan ji her du aliyan ve li trafîkê hat girtin. Polîsên Tirk li Banê Xanê ya li pêşiya Cizîrê, li herêma Midûriyeta Emniyetê ya Navçeyê lê ye, bend danîn û ragihandin ku rê wê 3 rojan li çûn û hatinê girtî be. Ji ber vê astengiyê, rêzeke dirêj li ser vê rê çêbû.

Walîtiya Tirk a li Şirnexê, der barê mijarê de daxuyaniyeke fermî nedaye.

LI CIZÎRÊ SERDEGIRTINÊN MALAN

Li aliyê din, polîsên tevgera taybet ên Tirk li taxên Konak ên Cizîrê avêtin ser gelek malan û nasname kontrol kirin. Hat ragihandin ku hin welatî hatine binçavkirin.