BI DÎMEN

Mele Abdulezîz Midyadî: Em li dijî yên bedenên bê ruh ên keçên me tazî dikin, bibin yek

Nerazîbûna li hemberî komkujiya li jêrzemînên Cizîrê, dewam dike. Ji rûspiyên Êlihê, meleyê medreseyê Mele Abdulezîz Midyadî banga yekîtiyê li Kurdan kir.

Nerazîbûna li hemberî komkujiya li jêrzemînên Cizîrê, dewam dike. Ji rûspiyên Êlihê, meleyê medreseyê Mele Abdulezîz Midyadî got, "Piştî wehşeta li Cizîrê hat kirin, divê Kurd yekîtiya xwe pêk bînin."

'EV YEK DIJDERKETINA LI XWEDÊ YE'

Mele Abdulezîz Midyadî da xuyakirin, ku piştî jêrzemînên wehşetê yên li Cizîrê, bi rûmet û heysiyeta gelê Kurd hatiye lîstin û destnîşan kir, ku bi tazîkirina bedena bê ruh a jinan û kişandina wêneyên wan re êdî kêr gihaştiye hestî.

Mele Abdulezîz xwest her kes li dijî vê zlmê derkevin û got, "Bi tenê ricayeke min ji gelê Kurd heye. Em gelekî bi rûmet bi namûs in. Li Cizîrê mirovên me bi awayekî zindî şewitandin, pitikên me yên di pêçekê de qetl kirin, bi tank û topan re bajarên me wêran kirin. Û bedena bê ruh a keçên me tazî kirin û wêne kişandin. Qebûlkirina vê yekê bêrûmetî ye. Namûs û rûmeta me destûrê nade vê. Di ti ol, pirtûka pîroz û qewman de nabe ku mirov li hemberî vê rewşê bêdeng be. Ev yek dijderketina li Xwedê ye."

'EL NÛSRA Û DAIŞ MEZHEBÊN AKP'Ê NE'

Mele Abdulezîz diyar kir ku AKP bi awayekî vekirî bûye fîrewn û got, "Ev êdî bi awayekî vekirî vê ji gelê Kurd re dibêjin; 'Ez Xwedayê we me û bixwazim dikarim her tiştî bi we bikim'. Bi awayekî vekirî dibêjim; ev bûn fîrewn. 5 mezhebên AKP'ê hene. Mîna El Nûsra û DAIŞ'ê 5 rêxistinên AKP'ê hene, her yek jî mezhebeke AKP'ê ne. Li hemberî vê zlmê divê reîsên eşîran, axa, şêx, dewlemend, xizan her kes bibe yek. Naxwe em ê ji niha û pê ve nikaribin li rûyê hev binêrin."