Êrîşên çeteyan a li hêmber Şêxmaqsûd didomin

Çeteyên Ehrar El-Şam û Cebhet El-Nusra yên li derdora taxa Şêxmeqsûd bi cih bûne, bi çekên giran taxê topbaran dikin. Di encamê de 7 welatiyên sivîl birîndar bûn.

Çeteyên Ehrar El-Şam û Cebhet El-Nusra yên li derdora taxa Şêxmeqsûd bi cih bûne, bi çekên giran taxê topbaran dikin. Di encamê de 7 welatiyên sivîl birîndar bûn.

Hat ragihand ku çeteyên Cebhet El-Nusra û Ehrar El-Şam ên li derdora taxa Şêxmeqsûd a bajarê Helebê bi cih bûne, bi hawan, çekên giran û tîpên gazên (bombeyên dojehê) deverên sivîlan lê dijîn, topbaran dikin.

Di encama topbarana çeteyan de 7 welatiyên sivîl birîndar bûn û li nexweşxaneya gerok a Heyva Sor a Kurd tên dermankirin. Nasnameyên ji 7 kesên birîndar 3 wiha ne: “Ad Îsa Elî (52), Mûstefa Ebdilrezaq (30) û Cîhad Hisên (18).”
Topbarana çeteyan hê jî didome.