Li Hezexa êrîş lê giran e serdegirtina malan

Li navçeya Şirnex Hezexê, taxên bendên xweparastinê lê hatine danîn bi top û çekên giran ên bombekirin. Li taxên din jî hêzên dewletê diavêjin ser malan.

Li navçeya Şirnex Hezexê bi mehan e êrîşên qirkirinê didomin. Taxên Yenî Mahalel û Tûrgût Ozal ên gel lê xwe diparêze, tevahiya şevê bi tank û topan hatin bombekirin. Ji maşînên zirxî jî gule li wan hatin reşandin.

Hedefa destpêkê ya van êrîşên dewleta Tirk depoyên avê û trafo bûn. Ji ber vê yekê li her du taxan elektrîk qut bû.

Li taxa Aşagi Mahalle jî hêzên dewletê avêtin ser malan.

Êrîşên hêzên dewleta Tirk ên bi dehan tank û maşînên zirxî didomin.