Êrîşên li dijî Şêxmeqsûd didomin: Kesekî jiyana xwe ji dest da, 36 kes birîndar bûn

Êrîşên çeteyên El Nûsra yên li hemberî taxa Şêxmeqsûd a Helebê, dewam dikin. Ji ber êrîşên çeteyan, sivîlekî jiyana xwe ji dest da, 36 kes jî birîndar bûn.

Li gorî agahiyên ji herêmê hatin wergirtin, êrîşên çeteyên El Nûsra û Ehrar El Şam ên li hemberî Şêxmeqsûdê dewam dikin.

Ji saet 22:00 ê duh bi şev heta niha, çete taxê bi topên hawanê û  tupên gazê topbaran dikin.

Di encama topbaranê de, welatiyekî sivîl jiyana xwe ji dest da û 36 kesên din jî birîndar bûn. Kesên birîndar rakirin, navendên tenduristiyê yên taxê. Birînên hin kesan giran e.

Di encama topbaranê de her wiha gelek ziyanên madî gihiştin malên welatiyan û mizgeftên li  taxê. Topbarana çeteyan a li ser taxê didome.