Cenazeyên 6 kesên li Cizîrê hatin qetilkirin ber bi warên wan ve hatin şandin

Cenazeyên 6 kesên li Cizîrê li Cizîrê hatin qetilkirin û li Saziya Tipa Edlî ya Silopiyayê ji aliyê malbatan ve hatin teşxîskirin, ber bi warên wan ve hatin şandin. Malbata Aydin Erol diyar kir, ku li bedena kurê wan şopa fîşekê nîne.

Cenazeyên 6 kesên li Cizîrê li Cizîrê hatin qetilkirin, li Saziya Tipa Edlî ya demî ya li Silopiyayê ji aliyê malbatan ve hatin teşxîskirin. Cenazeyên Nûrsel Dalmiş û Ferhat Karadûman ên ji aliyê malbatan ve hatin wergirtin, wê li Silopiyayê werin veşartin. Cenazeyê Edîp Avras li navçeya Wan Şaxê, cenazeyên Aydin Erol û Mûharrem Erbek li Cizîrê, cenazeyê Bûrhan Taşdelen jî wê li navçeya Amed Farqînê werin veşartin. Cenaze ber bi warên wan ve hatin şandin.

Tevî ku bi konvoya cenazeyan maşînên zirxî jî hebûn, konvoy li benda kontrolê ya li pêşiya Silopiyayê hat sekinandin.

LI SER BEDENA AYDIN EROL ŞOPA FÎŞEKAN NÎNE

Malbata Aydin Erol a cenazeyê kurê xwe teşxîs kir, da xuyakirin, ku li ser bedena kurê wan şopa fîşekan nîne. Vê yekê rê li ber fikarên li ser bikaranîna çekên kîmyewî vekir.

Li Silopiyayê kar û barên ji bo teşxîskirina 42 cenazeyan dewam dikin.