Cenazeyê Mehmet Kûlbay hat teşxîskirin

Ji cenazeyên ji Cizîrê anîn Rihayê, cenazeyê Mehmet Kûlbay hat teşxîskirin.

Ji 28 cenazeyên ji jêrzemînên wehşetê yên li Cizîr hatin derxistin û rakirin Rihayê, cenazeyê Mehmet Kûlbay ji aliyê malbatê ve hat teşxîskirin.

Malbatê cenazeyê kurê xwe li morga Nexweşxaneya Dewletê ya Sêweregê teşxîs kir û piştî kar û barên teslîmgirtinê wê cenazeyê xwe bibe gundê Arnuç ê Semsûrê.

Bi teşxîskirina cenazeyê Kûlbay re li Nexweşxaneya Mehmet Akîf Înan 12, li Nexweşaxneya Dewletê ya Balikligol 6 û li Nexweşxaneya Dewletê ya Sêweregê 4 cenaze man.