Li Helebê di navbera YPG û çeteyan de şer qewimî
Li derdora Benî Zêd a li taxa Eşrefiye û Seken Şebabî ya Helebê, di navbera şervanên YPG û komên çete de şer qewimî. Di encama vî şerî de bi dehan çete hatin kuştin.
Li derdora Benî Zêd a li taxa Eşrefiye û Seken Şebabî ya Helebê, di navbera şervanên YPG û komên çete de şer qewimî. Di encama vî şerî de bi dehan çete hatin kuştin.
Danê sibehê, li devera Benî Zêd a taxa Eşrefiyê û devera Seken Şebabî ya li rojavayê taxa Şêxmeqsûd a bajarê Helebê, di navbera şervanên YPG’ê û çeteyên El-Nûsra û hevalbendên wê yên weke Ehrar El-Şam, grûpa 16 û Tûgaya Bedir de şer derket.
Hat zanîn ku di encama vî şerî de, bi dehan çete hatin kuştin. Şerê li vir hîn dewam dike.
Ji aliyekî din ve jî topbarana çeteyên El-Nûsra û Ehrar El-Şam a li ser taxa Şêxmeqsûd jî ji şevê din ve, dewam dike. Çete ji çerxerêya Cendûl a li rojhilatê taxa Şêxmeqsûd û rêya Kastêlo ya li bakurê taxê, êrîş dikin.
Di encama êrîşa çeteyan a ku ji şevê din ve li ser taxê dewam dike, welatiyekî sivîl jiyana xwe ji dest da û 36 kes jî birîndar bûn. Her wiha gelek ziyanên madî jî gihiştin mal û milkên welatiyan.