Li Geverê dewleta Tirk tax gulebaran kirin, gel li ber xwe dide
Li Geverê li ser êrîşa hêzên dewleta Tirk a ji lojmanên tîmên taybet ên li Cadeya Îpekyolû û TOKÎ li ser taxên Yenî, Esentepe û Esenyûrtê dane destpêkirin, gel li ber xwe dide.
Li Geverê li ser êrîşa hêzên dewleta Tirk a ji lojmanên tîmên taybet ên li Cadeya Îpekyolû û TOKÎ li ser taxên Yenî, Esentepe û Esenyûrtê dane destpêkirin, gel li ber xwe dide.
Li navçeya Gever a Colemêrgê hêzên dewleta Tirk ji saet 20.00’an û şûn de Cadeya Îpekyolû bi gelek wesayîtên zirxî dorpêç kirin, li ser taxên Yenî, Esentepe û Esenyûrtê dest bi êrîşê kir. Li hember êrîşê gel li taxan bi beroş, tawe dest bi çalakiya dengderxistinê kir, hêzên YPS û YPS-Jin jî li hin nuqteyan bersiv dan.
Her wiha ji lojmanên tîmên taybet ên li avahiyên TOKÎ yên li pişt Taxa Esentepe, ketober tax hatin gulebarandin, ji Pira Abdullah Canan jî barîqatên di têketina taxê dane ber çekên giran.