102 parlementerên PE: Divê ‘PKK ji listeya terore’ bê der xistin

Li paytexta Bruksel a Belçîkayê 102 parlementerên Parlementoya Ewropa ji bo PKK ji lîsteya terorê ya YE bê derxistin kampanyayek a îmzayan dan destpêkirin.

Li paytexta Bruksel a Belçîkayê 102 parlementerên Parlementoya Ewropa ji bo PKK ji lîsteya terorê ya YE bê derxistin kampanyayek îmzayan dan destpêkirin. Ji 2 parlementerên ku beşdarî kampanyaya îmzayan bû, başdarî daxuyaniya çapemeniyê ya ku li pêşiya avahiya Komîsyona Ewropa a li Qada Shûmanê bûn.

BERXWEDANA XWERÊVEBERIYÊ HAT SILAVKIRIN

Di daxuyaniyê de êrîşên qetlîamwarî yên dewleta Tirk li ser gelê Bakurê Kurdistanê didin meşandin şermezar kir, Hevşaredarê HDP’ê yê Sêrtê Tuncel Bakirhan û Parlemetera HDP’ê ya Bedlîsê Mizîgîn Irgat ên ku 2 roj in ji bo hevdîtinên dîplomatîk li Ewropa ne jî beşdar bûn. 

Di daxuyaniya li pêşiya avahiya Komîsyona Ewropayê de destpêkê Hevseroka KCD-E Dilşad Osman mafê axaftinê girt û şerê qirêj ê ku hikûmeta AKP’ê ya li Kurdistanê dide meşandin şermezar kir. Osman diyar kir, berxwedana gel a li Sûr, Cizîr, Silopiya û Nisêbînê ya li hember êrîşên hovane silav kir.

Piştre mafê axaftinê Hevşaredarê Sêrtê Tûncer Bakirhan girt û bal kişand ser wehşeta ku AKP li Kurdistanê dide meşandin.

BAL KIŞANDIN SER TERORA DEWELETA TIRK

Parlementera HDP’ê ya Bedlîsê Mizgîn Irgat bal kişand ser terora dewleta Tirk a li Kurdistan dide meşandin.

Piştî Irgat mafê axaftinê Hevseroka Koma Dostên Kurdan a Parlemetoya Ewropayê Marîe Chrîstîne Vergîat girt. Vergîat diyar kir ku şerê qirêj ê ku niha AKP dide meşandin, li cihê ku ti deng ne standiye ye, ji bo vê jî AKP dixwaze kesên ku deng nedayîne ceza bike.

Vergîat da xuyakirin ku Tayyîp Erdogan li ser Sînorê Rojava xetekî nû ya sor îxlal dike. Vergîat diyar kir, Erdogan her tim, fêdeyên PKK di lîsteya terorê de tîne ziman, ev biryar bi temamî biryarîkî polîtîk e û ji bo PKK ji lîsteya terorê derkeve çi xebat pêwîst bike wê berdewam bikin.

Vergîat anî ziman ku wê Komên Partiya Çep ên li Parlementoya Ewropayê li gel gelê Kurd cih bigirin, gelê Kurd bila her demê vê bizanibe.

HIKÛMETA TIRK QIRKIRINÊ PÊK TÎNE

Piştre mafê axaftinê parlemeterê Îtalî Barbara Spînellî girt. Spînellî bal kişad ku wê her demê li gel Gelê Kurd, gelê Rojava û li gel hemû akademîsyenan cih bigirin. Spînellî anî ziman ku hikûmeta Tirk qetlîaman pêk tîne û bêdengbûna dewletên Ewropa jî şermezar kir. Parlemeterê Îtalî anî ziman ku hikûmeta Tirk tevahî aştiya cîhanê tehdîd dike. Sîpnellî, bêdengbûna Yekîtiya Ewropa û welatên endamên YE û dewleta Tirk û hevkarên wan şermezar kir. Sîpnelî wiha got: “Hevdîtinên aştiyê tenê bi yên serî hildayî re bên kirin, ew jî PKK ye.”

Sîpnellî bal kişand ser hevdîtinên li Cenevreyê jî, YE û dewletên Rojava dawetnekirina Kurdan a yekem hêza li hemberî çeteyên DAÎŞ’ê şer dikin e, weke ehmaqiyekê dît.

Sîpnelî herî dawî jî hevkariya Ewropa ya bi rejîma Erdogan re di warê exlaqî û polîtîkayê de wek întixarê nirxand.

WÊ BEŞDARVAN ZÊDE BIBIN

Endamê konseya Rêveberiya KNK’ê Adem Ûzûn diyar kir ku wê beşdarvanên kampanyaya îmzayan a ku Parlemeterên Ewropa dayîn destpêkirin zêde bibin.