Li Hezexê êrîşên hêzên dewletê destpê kir

Li navçeya Hezexê ku bi şev wê qedexe destpê bike, hêzên dewleta Tirk li dijî taxên Yenîmahalle û Turgut Ozal êrîş dan destpêkirin.

Li navçeya Hezexê ku bi şev wê qedexe destpê bike, hêzên dewleta Tirk li dijî taxên Yenîmahalle û Turgut Ozal êrîş dan destpêkirin.

Li navçeya Hezexê ya Şirnexê îşev saet di 23.00'yan de bi biryara Walîtiya Şirnexê ve wê qedexe destpê bike û beriya ku qedexe bê îlankirin êrîşên hêzên dewletê yên li dijî taxan destpê kir. Wesayîtên zirxî taxan gulebaran dikin û li navçeyê dengê çekan tê.

Li aliyê din zêdetirî 10 tank û bi dehan wesayîtên zirxî sewqî navçeyê hatin kirin.