Navçeya Şirnex Hezexê, ku bi mehan e dorpêçkirî ye, ji aliyê Walîtiya Tirk a li Şirnexê ve ji saet 23:00 ê duh bi şev û pê ve derketina derve lê hat qedexekirin.
Li hemberî êrîşên dewleta Tirk ên piştî hilbijartinên 7'ê Hezîranê destpê kirin, Meclîsa Gel a Demokratîk a Hezexê di meha Tebaxê de xwerêveberî ragihand.
Ji ber êrîşên dewletê yên tund ên li hemberî vîna xwerêeberiyê, Yekîneyên Parastina Sivîlan (YPS) û YPS-Jin hatin îlankirin.
Li hemberî endamên YPS û YPS-Jin ên vîna xwerêveberiyê diparêzin, heta roja îro bi dehan caran êrîş hatin kirin.
Mirin û girtin qet kêm nebûn. Di encama dorpêçî û êrîşên bi mehan de 2 endamên YPS'ê jiyana xwe ji dest dan, bi dehan birîndar bûn.
Tevî kuştin û birîndarkirinê, bi dehan kesên xwedî li vîna xwerêveberiyê derketin, bi hincetên vala hatin binçavkirin. Heta niha li navçeyê 11 kes hatin girtin.
Ev demeke dirêj e ketin û derketina navçeyê ji aliyê polîsan ve hatine dagirkirin.
Bi sedan wesayît li pêşiya navçeyê bi awayekî kêfî tên sekinandin û mirovên di wesayîtan de rastî heqaretê tên.
Di dema dawî de hejmareke zêde maşînên zirxî, leşker û polîs sewqî navçeyê hatibûn kirin.