Li Hezexê 12 cerdevanan îstîfa kirin
Li Hezexê ji bo nebin hevparê komkujiyên hêzên dewletê, 12 cerdevanan îstîfa kirin.
Li Hezexê ji bo nebin hevparê komkujiyên hêzên dewletê, 12 cerdevanan îstîfa kirin.
Li gundên Herbeka û Kobax ên girêdayî bajaroka Deşta Darê ya navçeya Hezexê ya Şirnexê, ji bo nebin hevparê komkujiyên hêzên dewletê û beşadrî operasyonan nebin 12 cerdevanan îstîfa kirin. Li Hezexê bi qedexeya derketina derve re, cerdevanên bi navê Mehmet Nûrî Akkan, Ahmet Akman, Mehmet Akman, A. Rezzak Koşmat, A. Kerîm Abay, omer Acet, Nûrî Tekîn, hamît Acet, A. Gafûr Îdem, M. Fadil Aslan û A. rahîm Asllan beşdarbûyîna operasyonan qebûl nekirin û îstîfa kirin.
Li bajaroka Deşta Darê tenê bi navê A.B cerdevanek ma.