Komploya 15'ê Sibatê li Kelar û Xurmatû hat şermezarkirin
Li navçeya Kelar a Germiyanê û li navçeya Xurmatû ya Selahaddînê, komploya 15'ê Sibatê hat şermezarkirin.
Li navçeya Kelar a Germiyanê û li navçeya Xurmatû ya Selahaddînê, komploya 15'ê Sibatê hat şermezarkirin.
Li navçeya Kelar a Germiyanê û li navçeya Xurmatû ya Selahaddînê, komploya 15'ê Sibatê hat şermezarkirin.
Duh piştî nîvro li navçeya Kelar a Germiyanê bi pêşengiya Tevgera Azadiya Civaka Kurdistanê, Komeleya Ciwanên Welatparêz ên Kurdistanê û Rêxistina Jinên Azad ên Kurdistanê (RJAK)’ê bi boneya 17. salvegera komploya navneteweyî ya li hemberî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan xwepêşandanek şermezarkirinê hat lidarxistin.
Li ser navê Tevgera Azadî Cutyar Hesen daxuyanî da û got, "Gelê Kurd îro li Bakurê Kurdistanê di nava berxwedan û têkoşînek mezin de ye. Çawan ku Rojavayê Kurdistanê bi felsefe û fikrên Rêber Apo bi serket, wê wisa Bakurê Kurdistanê jî bi ser bikeve. Li vir em dibêjin di 17. salvegera komployê de, hêzên dagirker û komploger têk çûne. Rêber Apo di israra xwe ya aştî û demokrasiyê de hemû hesabên komplogeran pûç kiriye."
Di çalakiyê de li ser navê RJAK û Ciwanên Welatparêz jî daxuyanî hat dayîn, komplo hat şermezarkirin û banga bilindkirina têkoşînê hat kirin.
XURMATÛ
Li Parka Hawkarî ya navçeya Xurmatû ya girêdayî wîlayeta Selahaddînê bi pêşengiya Tevgera Azadiya Civaka Kurdistanê, bi tevlîbûna sedan welatiyên navçeyê komploya navneteweyî ya 15’ê Sibatê hat şermezarkirin.
Di çalakiya şermezarkirinê de dirûşmeyên ‘Bi Berxwedanê Komplo hat şikandin’ û ‘Bi berxwedanê em ê Rêber Apo azad bikin’ hatin qîrîn.
Di çalakiyê de peyama Tevgera Azadî ji aliyê Goran Hesen ve hat xwendin û hat gotin, "Di 15’ê Sibata 1999’an de Rêberê Gelê Kurd Birêz Abdullah Ocalan bi komployeke navdewletî bi pêşengiya Amerîka û Îsraîlê radestê dewleta Tirk kirin. Armanca komployê bi dawî kirina şoreşa azadiya gelê Kurd û şikandina îradeya gelê Kurd bû."
Di dewama peyamê de wiha jî hat gotin; "Bi têkoşîna bê hempa ya şehîdên azadiya Kurdistanê û berxwedana 17 salan a Rêber Apo li girtîgeha Îmrali, komplo hat pûçkirin."
Di dawiyê de çalakî bi dirûşmeyên ‘Bijî Serok Apo’ û ‘Bê Serok Jiyan Nabe’ bi dawî bû.