Lêgerîna li Şaredariya Cizîrê bi dawî bû

Polîsên ku li Şaredariya Cizîrê bi saetan e lêgerînê dikin piştî ku kompîter û hin belge desteser kirin ji şaderadiyê veqetiyan.

Polîsên ku li Şaredariya Cizîrê bi saetan e lêgerînê dikin piştî ku kompîter û hin belge desteser kirin ji şaderadiyê veqetiyan. Li aliyê din ji ber ku polîsan deriyên hin malên li taxan bi bombeyan teqandin li hin malan şewat derket. 

Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê ku êrîş û dorpêç didome serê sibehê gelek polîsan şaredarî dorpêç kirin û bi ser şaredariyê de girtin, lêgerîna li şaredariyê bi dawî bû. Di serdegirtina ku bi biryara Dadgeha Cezaya Sulhê ya Cizîrê bi îdîaya "alîkariya rêxistinê tê kirin" daye hate kirin de kompiter û hin belge hatin desteserkirin. Piştî ku lêgerîn bi dawi bû polîs ji şaredariyê çûn. 

POLÎS MALAN DIŞEWITÎNIN 

Hate hinbûn ku li taxên Cûdî û Sûrê ku êrîş hê jî berdewam dikin, hêzên dewletê deriyên malan bi bombeyan diteqînin û lêgerînê dikin. Ji ber vê yekê li gelek malan şewat derket. Hêzên dewletê destûrê nadin ku îtfaiye bikevin taxan. 

KESÊN DIÇÛN MARKETÊ HATIN BINÇAVKIRIN

Hêzên dewletê yên ku serê sibehê ji wesayîtên zirxî ji bo ku welatî dernekevin kolanê anons kirin, marketên ku ji bo demeke kurt vebûn dorpêç kirin û welatiyên li marketê birin emniyetê. Hêzên dewletê bi hinceta ku qedexe hatine binpêkirin li welatiyan 219 TL ceza hate birîn û hatin berdan. 

Dîsa polîsên ku bi wesayîtên zirxî ve li navenda navçeyê digerin jî sirûdên nijadperest lê dixin.