Şaredariya Napolî xelat da Ocalan

Şaredariya Napolî ya Îtalya ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di salvegera komploya 15’ê Sibatê de merasîmek xelatdayinê li dar xist.

Şaredariya Napolî ya xelata ‘welatiyê rûmetî’ da Ocalan, destpêkê li avahiya şaredariyê merasîma fermî û daxuyaniya çapemeniyê li dar xist.

Şaredar Lûîgî de Magîstrîs, encumenên şaredariyê, komîteyên dostaniyên ên ji gelek bajarên Îtalya hatibûn, ji parêzerên Ocalan Carmîne Malînconîco ya Îtalyan, Parlamentera HDP’ê Dîlek Ocalan û nûnerên Buroya Enformasyona Kurdistanê tevlî merasîmê bûn.

Di merasîma ku rastî eleqeyek mezin a çapemeniyê hat de hat diyarkirin ku wek bersivdayina komploya 15’ê Sibata 1999’an xelat di 17. Salvegerê de tê dayîn.

Di merasîmê de her wiha têkoşîna Ocalan û gelê Kurd hat silavkirin.

Plaket û belgeya welatiyê rûmetî ya bi dest hatibû neqişandin radestî Dîlek Ocalan hat kirin.

Di civîna çapemeniyê de rayedarên şaredariyê tecrîda li ser Ocalan şermezar kirin, destnîşan kirin ku bêyî Ocalan ti aştî ne gengaz e. Nûnerên rêveberiyên xwecihî jî terora dewleta Tirk a li Krudistanê bi zimanekî tund şermezar kirin.

Serokê Şaredariya Napolî got, “Napolî bajarê aştiyê ye, bajarekî li dijî faşîzmê şer meşandî ye” û gelê berxwedêr ê Kurdistanê silav kir.

Piştî merasîmê, êvara 15’ê Sibatê bi tevlîbûna tevahî encumen, dostên gelê Kurd, endamên sendîkayan, parêzer û gelek aktîvîstî konserek hat dayîn. 

Di konserê de gelek komên muzîkê yên bi nav û deng cih girtin. Konsera li salona şanoyê ya Polîteama bi beşdarbûna 500 kesî pêk hat.

Di konserê de karîkaturîstê bi nav û deng Zero Calcare karîkaturek têkîldarî berxwedana Cizîr û Îmralî her wiha terora dewleta Tirk xêz kir.

Di domahiya konserê de wêneyên Cizîr û Kobanê vedibêjin li ser ekranan hatin nîşandan.