Li Silopiyayê 4 cenazeyên din hatin teşhîskirin

Ji 48 cenazeyên ku li jêrzemîna wehşetê ya li Cizîrê hatin qetilkirin û ji bo karên otopsiyê anîn Saziya Tiba Edlî ya li Deriyê Sînorê Xabûrê demkî hatiye avakirin, 4 jê ji aliyê malbatan hatin teşhîskirin.

Malbatên kesên di jêrzemîna wehşetê ya li Cizîrê hatin qetilkirin tên Saziya Tiba Edlî ya demkî ya li Deriyê Sînorê Xabûrê. Di nav rojê de zêdetirî 50 malbatan ji bo teşhîskirina cenazeyan hatin saziya li Xabûrê. Cenazeyên ji ber şewitînê nehatin teşhîskirin vê carê malbatan ji ser wêneyan hewl dan teşhîs bikin.

Hat diyarkirin ku wêneyên li ser rûpelên A4 nîşanî malbatên ji bo teşhîsê hatine Xabûrê dane. Malbatan bi bîr xistin ku li Xabûrê 48 cenaze hene, tenê 22 wêne pêşî wan kirine, lê cenaze di wêneyan de jî di rewşeke ku nayên naskirin de ne.

Malbatan diyar kirin ku cenazeyên manej î ji ber bi temamî hatine şewitandin di wêneyan de jî nîşan nedane.

Malbatên hatin saziya li Xabûrê, cenazeyên Aydin Erol, Ferhat Karadûman, Edîp Arvas û Nûrsel Dalmiş a 18 salî tespît kirin. Her wiha tê payîn ku cenazeyê Mûharrem Erbek ê 16 salî ku duh ji aliyê malbatê hatibû teşhîskirin û cenazeyên 3 welatiyên din ên hatin teşhiskirin ji aliyê malbatan ve bên wergirtin.

Ji parêzerên maseya qrîzê ya ji aliyê HDK û KCD’ê hatiye avakirin Ferîda Laçîn got heta niha 145 cenazeyên ji Cizîrê hatin derxistin tespît kirine. Ragihand ku ji 145 cenazeyan tevî yên hatine teslîmkirin, 50 li Silopiya, 20 li Dîlokê, 17 li Mêrdînê, 28 li Rihayê, 5 li Sêweregê, 13 li Şirnexê, 16 cenaze jî li Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê têne rawestandin.

Laçîn bi bîr xist ku dema otopsiyê li gel dozger ji malbat kesek û parêzerê malbatê dikare cih bigire, wiha got: “Heta niha di karên otopsiyê de ev pêk nehatiye. Otopsî bi awayekî bê hiqûqî tên meşandin.”