Li Cizîrê hêzên dewleta Tirk êrîşî gorên PKK’yiyan kirin

Li Cizîrê ku terora dewletê lê didome, niha jî hêzên dewleta Tirk êrîşî gorên PKK’yiyan kirin. Hat ragihandin ku hêzên dewletê kevirên gorên PKK’yiyan ên li Goristana Asrî ya Cizîrê bi balyozan şkandine.

Li Cizîrê ku terora dewletê di roja 62’emîn dewam dike de, êrîşên hêzên dewletê didomin.

Hêzên dewleta Tirk ên bi êrîşa li ser malên ku birîndar tê de asê mabûn qetlîam pêk anîn, niha jî gorên PKK’yiyan kirin hedef.

Hêzên dewleta Tirk ên ketin şehîdgeha ku gorên PKK’yiyan lê ne ya li Goristana Asrî, hat ragihandin ku bi balyozan kevirên goran şkandine û gor texrîb kirine.