Teqîna duh a li Şirnexê ji ber wesayîta bombebarkirî rû da

Li navenda bajarê Şirnexê duh bi şev wesayîteke bombebarkirî hat teqandin.

Hat ragihandin, teqîna duh bi şev a li navbera taxên Tekser û Yenîmahale yên li navedan Şirnexê, ji ber wesayîtekeke bombebarkirî pêk hatiye. Li gorî agahiyên hatin bidestxistin; duh êvarê saet di 19:35'an de li nêzî avahiyên Şaran, di dema derbasbûna maşîna zirxî de mînîbuseke li kêleka rê parkkirî teqiya. Di encama teqînê de maşîna zirxî welê lê bû ku nema karibe bê bikaranîn.

Hat ragihandin, di encama şerê li vir de 4 polîsên tîmên taybet rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê. Her wiha hin ji ambûlansan jî berê xwe dan 23. Fermandariya Tumenê ya Jendermeyan. Li dû teqînê şerê li taxên Yenîmahale û Bahçelîevlerê destpê kir, tevahiya şevê dewam kir. Der barê kuştî û birîndaran de agahiyeke zelal bi dest neket.

Li aliyê din, îro jî rêya li Kolana Cûmhûriyetê ya li navenda Şirnexê bi temamî li çûn û hatinê hat girtin. Li kolana Gaffar Okkan jî rê bi tenê ji şerîtekê vekirî ye.