Li Nisêbînê tax tên gulebarandin

Li Taxa Dîcle ya Nisêbînê wesayitên ku li derdora garajê hatinê bicihkirin bê navber guleyan direşînin.

Li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê mehan e êrîşên qirkirinê dewam dikin û ranawestin. Di van rojên dawî de gulebarankirina taxan jî her berdewam dike. 

Îro ji saetên evarî ve li Taxa Dîcle ya Nisêbînê wesayitên ku li derdora garajê hatinê bicihkirin bê navber guleyan direşînin.

Li Bazara Înê êrîş giran bûnê û bombeavêjan ve bombe tên barandin, ji qadê dengê ambûlansan jî tê.