Li Dêrgulê komplo hate şermezarkirin

Li bajaroka Dêrgulê komploya 15'ê Sibatê ya li dijî Rêberê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi meşekê hate şermezarkirin.

18'emîn salvegera komloya 15'ê Sibatê ya li hemberî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li bajaroka Dêrgulê ya Şirnexê di pêşengiya KJA, DBP û HDP'ê bi meşa ku hate lidarxistin hate şermezarkirin. Hevşarederên Dêrgulê Mehmet Demîr û Ozlem Kutlu jî di nav de bi sedan kes li ber avahiyên HDP û DBP'ê kom bûn û bi pankarta "Em ê Cizîrê ji bîr nekin" ve heta qada Newrozê ve meşiyan. 

'KOMPLO LI CIZÎRÊ DIDOME'

Di meşê de dirûşmên "PKK gel e, gel li vir e" "Hûn nikarin roja me tarî bikin" "Bijî berxwedana Cizîrê" hatin berzkirin. Piştre Hevserokê HDP'ê yê Dêrgulê Ekrem Guler axivî û diyar kir ku armanca komployê tesfiyekirina Kurdan bû û heman konsepta tesfiyeyê îro jî li Cizîrê berdewam dikin. Piştre Hevşaredara Dêrgulê Ozlem Kutlu axivî û diyar kir ku ew komployê şermezar dikin. 

Piştî axaftinan çalakiya şermezarkirinê bi dawî bû.