3 şervanên HSD’ê di topbarana dewleta Tirk de jiyana xwe ji dest dan
Buroya Çapemeniya HSD’ê nasnameya 3 şervanên xwe yên ku di encama topbarana artêşa Tirk de jiyana xwe ji dest dane eşkere kir.

Daxuyaniya Buroya Çapemeniya Hêzên Sûriyeya Demokatîk (HSD) wiha ye:
“Piştî ku Hêzên Sûriyeya Demokatîk (HSD) herêma Dêr Cimêl û Minixê ji çeteyên ku xwe lê bi cih kiribûn rizgar kirin, duh artêşa Tirk bi awayekî bê ser û ber ew herêm topbaran kir. Topbarana artêşa Tirk heta derengahiya şeva din berdewam kir û îro di saetên sibehê de dîsa topbarana Tirk berdewam kir.
Di encama vê topbaranê de, li herêma di navbera Dêr Cimêl û Minixê de 3 şervanên me yên di nav Hêzên Sûriyeya Demokratîk de çeperên xwe girtibûn gihiştin şahadetê.
Nasnameye şervanan wiha ne:
Nasnav: Berxwedan Elî
Nav û Paşnav:Muhemed Elî
Navê Dayikê: Fedwe
Navê Bav: Huseyin
Cihê Jidayikbûnê: Efrîn
Cih Û Dîroka Şehadetê: Bakurê Dêr Cemêl 14/02/2016
——————————
Nasnav: Armanc Efrîn
Nav û Paşnav: Fayiza Neaso
Navê Dayikê: Fîdan
Navê Bav: Mustefa
Cihê Jidayikbûnê: Efrîn /Mêrkan
Cih Û Dîroka Şehadetê: Bakurê Dêr Cemêl 14/02/2016
————————————–
Nasnav: Şahîn Kobanê
Nav û Paşnav: Kamuran Daxilibeldereş
Navê Dayikê: Zehîda
Navê Bav: Sedredîn
Cihê Jidayikbûnê: Kobanê
Cih Û Dîroka Şehadetê: Bakurê Dêr Cemêl 14/02/2016