Li Gaziyê polîsên Tirk gule reşand: 2 kes birîndar bûn

Polîsên Tirk gule li ser girseya li Gaziyê qetlîamên li Kurdistanê proteso dikirin reşandin. Di encama gulereşandinê de 2 kes birîndar bûn.

Girseya ku ji bo protestokirina dorpêç û qetlîamên li Kurdistanê li Taxa Gazî ya girêdayî Sûltangaziyê kom bûn, rastî gulebaran polîsên Tirk a ji wesayîta zirxî ya Ûralê hatin. Di encama gulereşandinê de welatiyê ku paşnavê wî nehat zanîn Serkan ji bedena xwe û ji çeneya xwe û jina bi navê Bûrçîn Aydogdû jî birîndar bû. Her du birîndar jî rakirin Navneda Tenduristiya Civakê ya li taxê.