Sevîlgen ê li Cizîrê hat qetilkirin li Nisêbînê hat defnkirin

Ciwanê bi navê Ekrem Sevîlgen (17) ê ku li Cizîrê di jêrzemînên wehşetê de hate qetilkirin îro li Nisêbînê ji aliyê bi sedan kesî ve hate defnkirin.

Ciwanê bi navê Ekrem Sevîlgen (17) ê ku li Cizîrê di jêrzemînên wehşetê de hate qetilkirin îro li Nisêbînê ji aliyê bi sedan kesî ve hate defnkirin.

Ciwanê bi navê Ekrem Sevîlgen (17) ê ku li navçeya Cizîrê ya Şirnexê di jêrzemînên wehşetê de ji aliyê hêzên dewlet Tirk ve bi hovitî hate qetilkirin, ji ber ku li Cizîrê terora dewleta Tirk hê jî didome li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê hate defnkirin. Ji bo Sevîlgen li navçeyê merasîma cenazeyê hate lidarxistin. Bi sedan welatî û Parlamentera HDP'ê ya Mêrdînê Gulser Yildirim, hevşaredarên Nisêbînê Sara Kaya û Cengîz Kok, nûner û endamên MEYA-DER, Dayikên Aştiyê û HDP û DBP'ê jî tevlî merasîma li Taxa Devrîmê bûn. 

Piştî merasîmê û wecîbeyên olî, cenaze bi dirûşmên "Şehîd namirin", "Bijî berxwedana Cizîrê" û "Ey şehîd xwîna te li erdê namîne" birin Goristana Morîsê û li wir hate defnkirin. 

Malbata Sevîlgen da zanîn ku ew ê piştî li Cizîrê êrîş bi dawî bûn, di konê şînê ya ji bo hemû şehîdên şoreşê tê danîn de, şîna xwe deynin.