Dostê Kurdan Lord Avebûry jiyana xwe ji dest da
Îmzakarê Însiyatîfa Ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re Azadî û dostê Kurdan Lord Avebûry di 87 saliya xwe de jiyana xwe ji dest da.
Îmzakarê Însiyatîfa Ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re Azadî û dostê Kurdan Lord Avebûry di 87 saliya xwe de jiyana xwe ji dest da.
Lord Avebrûy ev demeke dirêj bû bi nexweşiya losemiyê re têdikoşiya, hat ragihandin ku duh di saetên nîvroyê de jiyana xwe ji dest da.
Lord Avebûry yek ji endamê herî kevin ê Kamaraya Lordan bû, di sala 1970’an û vir ve Demokratên Lîberal di kamarayê de temsîl dikir.
Mirina Avebûry ji bo civaka Kurdên li Îngiltereyê xemginyek pir mezin ava kir.