Têkîldarî êrîşên li ser YPG’ê Fransa hişyarî da dewleta Tirk

Ji bo dewleta Tirk a bi armanca piştgiriya çeteyên El Nûsra û Ehrar El Şamê gundên Kurdan bombe dike, hişyariyek jî ji Fransayê hat. Fransa banga rawestandina êrîşan li dewleta Tirk kir.

Li hember dewleta Tirk a bi armanca piştgiriya çeteyên El Nûsra û Ehrar El Şamê gundên Kurdan daye ber obus û hewanan bertek mezin dibin. Piştî DYA, niha jî ji Wezareta Karên Derve ya Fransa daxuyaniyek nerazîbûnê hat. Daxuyaniya Wezaretê ya banga, “Hêzên Kurd ên Sûriyeyê nekin hedef” dike, wiha ye: “Fransa ji ber pêşketinên li Heleb û Bakurê Sûriyeyê bi fikar e. Em dixwazin ku bomberdûmanên Tirkiyeyê yên li ser qadên Kurdan bên rawestandin.”

Ji DYA jî ji roja Yekşemê ya êrîşan destpê kir ve du daxuyaniyên ji bo rawestandina êrîşan hatin.

Li ser bertekan dewleta Tirk îdîa kir ku êrîşên xwe bi armanca bersivdayina HSD pêk tîne, Berdevkên HSD’ê îdîa bi zimanekî vekirî derewand.