BI DÎMEN

Li Dirbêsiyê bi hezaran kes komplo lenet kirin

Li Dirbêsiyê di çalakiya protestokirina 17. salvegera komploya 15’ê Sibatê ya bi beşdariya hezaran kesî de, hevkarên komployê hatin lenetkirin.

Li Dirbêsiyê di çalakiya protestokirina 17. salvegera komploya 15’ê Sibatê ya bi beşdariya hezaran kesî de, hevkarên komployê hatin lenetkirin. 

Hevseroka Kantona Cizîrê Hediya Yûsif, Cîgirê wê Şêxmûs Mûsa, Hevseroka Meclîsa TEV-DEM’ê ya Kantona Cizîrê Edalet Umer, Endamê Dîwana Meclîsa Zagonsaz Ekrem Mehşûş, Şandeyên Rêveberiya Xweser û bi hezaran welatiyên bajarên Dirbêsiyê, Serêkaniyê, Til Temir, Hesekê û Zirganê beşdarî xwepêşandana ku li bajarê Dirbêsiyê hat lidar xistin bûn.
Piştî ku çalakvan gihiştin konê piştevaniya berxwedaniya gelê Bakûrê Kurdistanê ku li herêma sînor hatiye vegirtin, axaftin hatin kirin. Hevseroka Kantona Cizîrê Hediya Yûsif axivî û got ku hikûmeta Tirk yekemîn dewlet bû ku beşdarî vê komployê bûye.

Piştre Edalet Umer jî axivî û komploya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk hatiye bi tundî şermezar kir.
Li ser navê Yekîtiya Star Şêrîn Oso, li ser navê Erebên bajarê Serêkaniyê Mihemed Ebid, li ser navê Suryaniyan Ebdulehed Heno axivîn. Di hemû axaftinan de komplo hat protostokirin û hat gotin ku têkoşîna Ocalan ji bo azadiya tevahiya Rojhilata Navîn e, ne tenê ji bo Kurdan e.

Çalakiya ku şêniyên 5 bajarên kantona Cizîrê tevî rayedarên Rêveberiya Xweser lidar xistin bi dirûşmeyên “Bê Serok Jiyan Nabe” bidawî bû.

...