Ji bo şervanê YPG’ê Guneş li Stewrê taziye hat danîn
Ji bo şervanê YPG’ê Alî Guneş (Bahoz Roj) ê li Cizîrê di şerê bi çeteyên DAIŞ’ê de jiyana xwe ji dest dabû, li Stewrê taziye hat danîn.
Ji bo şervanê YPG’ê Alî Guneş (Bahoz Roj) ê li Cizîrê di şerê bi çeteyên DAIŞ’ê de jiyana xwe ji dest dabû, li Stewrê taziye hat danîn.
Ji bo şervanê YPG’ê Alî Guneş (Bahoz Roj) ê sala 2013’an li Til Hemîsê ya girêdayî Kantona Cizîrê ya Rojava di şerê bi çeteyên DAIŞ’ê re jiyana xwe ji dest dabû, li Taxa Barman (Yeşîlalan) a Stewrê taziye hat danîn. Bi dehan kesên ji bo taziyê ji gundên derdor bi konvoyên wesayîtan hatin bi dirûşmeyan hatin pêşwazîkirin. Gel li qada taxê kom bû, alên KCK, YPG’ê vekirin, wêneyê Guneşê YPG’î rakirin bi dirûşmeyên “Şehîd Namirin” ve heta qada taziyeyê ve meşiyan. Piştî girse gihişt konê taziyeyê, ji bo biranîna kesên ku di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane rêz hate girtin.
Di taziyeyê de Hevserokê DBP’ê yê Navçeya Stewrê Şehmûs Aksoy axivî, bi lanetkirina 15’ê Sibatê Komploya Navneteweyî dest bi axaftina xwe kir. Aksoy wiha axivî: “Duh li Kobanê, Serêkaniyê û Rojava, îro jî li Cizîrê, Silopiya, Sûrê li dijî gelê me qetlîamên hovane pêk tên.” Aksoy got wê teqez hesab bê pirsîn.
Birayê şervanê YPG’ê Guneş Alaattîn Guneş jî wiha anî ziman: “Ji bo berxikê dayika xwe birayê min Alî û tevahî nirxên me yên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane wê têkoşîna me bidome.”