Tûrgût û Arsîn ên li Cizîrê hatin qetilkirin ji aliyê bi hezaran ve hatin oxirkirin
Mesût Arsîn û Abdulselam Tûrgût ên di jêrzemîna wehşetê ya li Cizîrê de hatin qetilkirin, li Wanê ji aliyê bi hezaran kesî ve bi merasîmekê hatin defnkirin.
Mesût Arsîn û Abdulselam Tûrgût ên di jêrzemîna wehşetê ya li Cizîrê de hatin qetilkirin, li Wanê ji aliyê bi hezaran kesî ve bi merasîmekê hatin defnkirin.
Di qetlîamên li navçeya Cizîr a Şirnexê de Mesût Arsîn û Abdulselam Tûrgût hatin qetilkirin, piştî kar û barên otopsiyan temam bû îro anîn Wanê. Cenazeyên Tûrgût û Arsîn di ketina Wanê de li pêşiya avahiya Petrola Hîtît a ku di nav de malbat, Hevserokê HDP’ê yê Wanê Veysî Dîlekçî, Hevseroka DBP’ê ya bajarê Wanê Caziye Dûman, Parlamenterê HDP’ê Adem Geverî, Komeleya Pişgiriyê û Alîkariyê û Malbatên Xizmên Windahiyan ên Mezopotamya (MEYA-DER) û endam û rêveberên TÛYAD-DER ji aliyê bi hezaran kesan ve bi dirûşmên “Şehîd namirin” hatin pêşwazîkirin. Bi konvoyek sedan wesayîtan ji bo defnkirinê ber bi Taxa Suphan ve ketin rê. Cenazeyên Tûrgût û Arsîn li taxê jî ji aliyê bi hezaran kesan ve hat pêşwazîkirin, cenaze rakirin ser milan ber bi Goristana Suphan ve bi tîlîliyan ketin rê. Di meşê de wêneyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û wêneyên Tûrgût û Arsîn hatin hilgirtin û dem bi dem bi dirûşmên “Tolhildan”, “Şehîd namirin”, “Ciwan fedaiyên Apo ne” û “Bijî berxwedana gelê Kurd” qîr kirin. Cenazeyê Tûrgût û Arsîn ên ku li ser milan û bi tîlîliyan heta Goristana Suphan anîn, li gel hev defin kirin.
Piştî defnkirina cenazeyan, hevseroka MEYA-DER Nerîman Ûral axivî û diyar kir, divê gelê Wanê li hember polîtîkayên qetlîaman bêdeng nemîne, wiha dom kir: “ Me îro du şehîd defin kir. Ya ku me defin kir bêdengbûna me ye. Yên ku îro li hember Yezîdan bêdeng bûn, bila baş bizanin ku wiha berdewam nake.”
Birayê Abdulselman Tûrgût Suleyman Tûrgût jî wiha anî ziman: “Hikûmeta AKP’ê li Kurdistanê şerekî bê exlaqî dide meşandin. Birayê mîn jî di vî şerî de şehîd ket.” Birayê Tûrgût bang li gelê Kurd kir û wiha got: “Kurdên ku piştgiriyê didin AKP’ê, destên wan di xwîna şehîdên me de heye. Botan bikeve wê her dever bikeve.” Banga xwedîderketinê li berxwedana gelê Kurd ên li bajarên Kurdistanê kir.
Piştre birayê Mesût Arsîn Hekîm Arsîn axivî û gotinên Memet Tûnç ê ; “Eger em bên înfazkirin, yên ku bêdeng bûn bila neyên ser cenazeyên me” bi bîr xist. Banga xwedîderketinê li bajarên berxwedanê kir.
Herî dawî jî Parlamenterê HDP’ê yê Wanê Adem Geverî axivî û wiha got: “Êdî demê gotinan nemaye. Xwedî li berxwedana bi destên ciwanan bilind dibe derkevin. Ev şer şerê şeref, namûs û mafê mirovahiyê ye.
BOMBEYÊN DENG AVÊTIN ROJNAMEVANAN
Polîsên Tirk bi bombeyên gazê û guleyên plastîk êrîşî girseya belav dibû kirin. Polîsan bi bombeya deng êrîşî rojnamevanên ku nûçe dişopandin jî kirin û 2 zarok binçav kirin.