Li Cizîrê şopa qetlîaman bi hilweşandina avahiyan tine dikin

Piştî qetlîamên li jêrzemînên Cizîrê yên birîndar tê de asê mabûn, ji kolana li Taxa Sûrê ya ku jêrzemîna 3’yemîn a 23 cenaze û 23 birîndar lê ne, dûman bilind dibin.

Piştî qetlîamên li jêrzemînên Cizîrê yên birîndar tê de asê mabûn, ji kolana li Taxa Sûrê ya ku jêrzemîna 3’yemîn a 23 cenaze û 23 birîndar lê ne, dûman bilind dibin.

Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê cenazeyên ku di êrîşên li ser jêrzemînên de pêk hatin de hatin qetilkirin tên rakirin, li Taxa Sûrê ji duh danê sibehê ve li kolana ku jêrzemîna 3’yemîn ya agahî jê nayê girtin lê ye, dûman bilind dibin. Agirê li kolana ku avahiya herî dawî hat diyarkirin herî kêm 23 cenaze û 23 birîndar lê ne, ji gelek deverên navçeyê tê dîtin. Tê gotin ku birîndarên agahî jê nayê girtin û destûra çûyina malbatan jî nayê dayîn, hatine qetilkirin.

Parlamenterê HDP’ê yê Şirnexê Faysal Sariyildiz ku li navçeyê ye, li ser hesabê xwe yê Twîtterê wiha got: “Wezîrê Karên Hundir duh da xuyakirin ku operasyonên li Cizîrê bi dawî bûne. Lê, mal îro jî hê tên şewitandin. Şopa sûca jê dibin?”