Li Şirnexê protestoya 15'ê Sibatê
Komploya 15'ê Sibatê ya dîlgirtina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li taxa Yeşîlyûrt a berxwedana xwerêveberiyê hat şermezarkirin.
Komploya 15'ê Sibatê ya dîlgirtina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li taxa Yeşîlyûrt a berxwedana xwerêveberiyê hat şermezarkirin.
Komploya 15'ê Sibatê ya dîlgirtina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li taxa Yeşîlyûrt a berxwedana xwerêveberiyê hat şermezarkirin. Bi vê armancê li taxê sînevîzyon hat nîşandan û gelek kesan lê temaşe kirin.
Li dû deqeyeke rêzgirtinê ya li ber sirûda "Ey Reqîp" di ekrana mezin a li meydanê hat çêkirin de sînevîzyona li ser komploya navneteweyî ya li hemberî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat nîşandan.
Çalakî heta derengiya şevê dewam kir û girseya gel bi qîrîna dirûşma "Bijî Serok Apo", komploya 15'ê Sibatê şermezar kir.