Kobanê ala şînê hildan
Îro li Kobanê bi boneya salvegera 17’emîn Komploya Navneteweyî ya li dîjî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a ku di 15 Sibata 1999’an de pêk hat, alên reş hatin hildan.
Îro li Kobanê bi boneya salvegera 17’emîn Komploya Navneteweyî ya li dîjî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a ku di 15 Sibata 1999’an de pêk hat, alên reş hatin hildan.
Li ser xaniyên navendên saziyên girêdayî Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM), Navenda Meclîsa Rêvebir a Xweseriyê, desteyên di bin sîwana rêvebiriyê de dixebitin û saziyên civaka sivîl ala reş a ku wateya neyênî û şermezarî ji komploya nevnetewî re nîşan dide hatin hildan.
Hate zanîn ku wê di roja 14’ê Sibatê de ji bo şermezarkirina komployê li Kobanê meşek ji aliyê TEV-DEM’ê bê lidarxistin.