40 cenaze ji Cizırê şandin bajarên din

Ji mirovên li Cizîrê ji aliyê hêzên dewleta Tirk ve hatin înfazkirin, cenazeyên 40 kesan şandin Mêrdîn, DÎlok û Silopiyayê.

40 cenazeyên li taxên Sûr û Cûdî ji aliyê dewleta Tirk ve hatibûn înfazkirin, duh bi ambûlansên Şaredariya Cizîrê ve ji taxan hatibûn derxistin. Ji van cenazeyan 20 jê şandin Dîlokê, 10 şandin Mêrdînê û 10 şandin Silopiyayê.

Ji ber daxuyaniyên manîpulatîf û hewldanên tarîkirinê yên rayedarên dewletê, li ser asta komkujiyê agahiyeke zelal bi dest nakeve. Nayê zanîn bê li van taxan hînê cenazeyên mirovên hatine înfazkirin hene yan na.