Ciwanên Fînî dewleta Tirk protesto kirin
Êrîşên qirker ên dewleta Tirk ên li ser Kurdistanê û 17. salvegera komploya navneteweyî li paytexta Fînlandiya Helsînkî jî hat protestokirin.

Ciwanên Fînî yên dostên Kurdan çalakî organîze kirin. Ciwanan dema li navenda Helsînkî qelebalix herî zêde bû rê li trafîqê girtin, li sê pirên cuda bi Fînî, “Bi çekên Fînlandiya difiroşe ve dewleta Tirk sivîlan qetil dike”, “We 3 mîlyar Eûro ji bo dewleta Tirkan Kurdan qetil bike şandiye?” û gotina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a “Nîjadperestiya Tirk heman a Adolf Hîtler e” daliqandin. Pankartan eleqeyek mezin dîtin.