Li Marsîlyayê sersaxiya ji bo gerîlayê HPG'ê Îshak Sonmez

Ji bo gerîlayê HPG'ê Îshak Sonmez bi nasnav Îsyan Brûsk ê di 23'ê Çileyê de li Herêmên Parastinê yên Medyayê ji ber lêdana brûskê jiyana xwe ji dest da, li bajarê Fransa Marsîlyayê serdanên sersaxiyê hatin kirin.

Xizmên Sonmez ên li başûrê Fransayê dijîn, ji roja Çarşemê ve li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd serdanan qebûl dikin.

Pismamên Sonmez ê di sala 2014'an de ji Stenbolê tevlî nava refên Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê bûbû, Farûk û Engîn Sonmez diyar kirin, ku ew ê xwedî li bîranîna Îsyan Brûsk derkevin.

Serdanên sersaxiyê êvara Înê bi dawî bûn.

...