2 ji cenazeyên li Mêrdînê hatin teşxîskirin

Ji 17 cenazeyên li Cizîrê hatin înfazkirin û anîn Nexweşxaneya Dewletê ya Mêrdînê, nasnameyên 2 cenazeyan zelal bûn.

Ji 17 cenazeyên li Cizîrê hatin înfazkirin û anîn Nexweşxaneya Dewletê ya Mêrdînê, nasnameyên 2 cenazeyan zelal bûn. 2 cenazeyên ji şopa tilî hatin teşxîskirin, eşkere bû ku yên Serdar Ozbek (32) û Mehmet Benzer (19) ye.

Cenaze ji ber ku hatine şewitandin nayên teşxîskirin. Ji 17 cenazeyên anîne Nexweşxaneya Dewletê ya Mêrdînê heta niha nasnameyên bi tenê 3 ji wan hatine tespîtkirin. 14 cenazeyên hatine şewitandin jî ji bo tespîtkirina nasnameyê divê testa DNA lê bê kirin.

Heta niha ji 26 malbatan mînaka xwînê hatiye girtin.