Ji bakurê Helebê pêla koçberiyê ya ber bi Efrînê dewam dike

Pêla koçberiyê ya ji gundewarên Helebê ya ber bi Kantona Efrînê dewam dike. Li gorî rayedaran îro zêdetirî hezar wesayîtî koçber derbasî kantonê bûne.

Pêla koçberiyê ya ji gundewarên Helebê ya ber bi Kantona Efrînê dewam dike.  Li gorî rayedaran îro zêdetirî hezar wesayîtî koçber derbasî kantonê bûne. 

Pêla koçberiyê ya ber bi Efrînê ve di roja 10’emîn de dewam dike. Welatiyên ji gundewarê Helebê ji ber şer û pevçûnên di navbera hêzên rejîmê û komên çete û êrîşên hemwext ên balafirên Rûs ên li ser deverên ku çete lê bicih dibin,  direvin û berê xwe didin herêma Efrînê.

Li gorî agahiyên ji rayedarên ji rewşa koçberan berpirsyar, tenê îro zêdetirî hezar wesayîtî ku bi hezaran koçber tê de bûn, derbasî Efrînê bûn.