Navenda Çapemeniya YPG’ê diyar kir ku 11’ê Sibatê çeteyên DAIŞ’ê ji çeperên xwe yên li başûrê Cerablûsê êrîşî rojhilatê gundê Şergirat ê li rojhilatê bajarê Eyn Îsa û Qereqozax a girdayî Kobanê kirin. Navenda Çapemeniya YPG’ê destnîşan kir ku êrîşên artêşa Tirk ên li hember çeperên YPG’ê yên li xeta sînorê Kobanê didome.
Navenda Çapemeniya YPG’ê daxuyaniyek nivîskî weşand, wiha got: “11’ê Sibatê saet 12.00’an çeteyên DAIŞ’ê ji çeperên xwe yên başûrê Cerablûsê bi çekên giran êrîşî rojhilatê gundê Qereqozax ê girêdayî Kobanê kirin.
11’ê Sibatê saet 13.00-14.00’an çeteyên DAIŞ’ê bi çekên giran êrîşî rojhilatê gundê Şergirat ê li rojhilatê bajarokê Eyn Îsa kirin.”
ARTÊŞA TIRK BI ÇEKÊN GIRAN ÊRÎŞ BIRIN SER NUQTEYA ZEYTÛNAN
Navenda Çapemeniya YPG’ê bi bîr xist ku ji 24’ê Cotmeha 2015’an ve artêşa Tirk li hember çeperên YPG’ê yên li xeta sînorê Kobanê dewam dikin, wiha dom kir: “Di çarçoveya van êrîşana de artêşa Tirk 11’ê Sibatê saet nêzî 23.50’an li hember xeta sînor a rojavayê Girê Spî û nuqteya Zeytûn a li rojavayê Girê Spî bi çekên giran êrîş pêk aniye. Di êrîşa li hember xeta sînor a rojavayê Girê Spî de welatiyekî mey ê sivîl jiyana xwe ji dest daye, welatiyekî me jî birîndar bûye.
LI ŞÊX MEQSÛDÊ LI DIJÎ SIVÎLAN ÊRÎŞ
11’ê Sibatê çeteyên El Nûsra û Ehrar El Şam li hember welatiyên me yên li taxa Şêx Meqsûd a Helebê bi çekên giran êrîş pêk anîne. Hêzên me bi armanca bersivdayina vê êrîşê li ser rêya Cendol a li bakurê Helebê operasyonek li dar xistin. Di operasyonê de wesayîtek çeteyan hat derbkirin, bi zelalî 2 çete hatin kuştin.”