Komploya 15'ê Sibatê hat şermezarkirin
Li navçeya Mêrdîn Dêrikê, pêkhateyên KJA'yê komploya 15'ê Sibatê şermezar kirin.
Li navçeya Mêrdîn Dêrikê, pêkhateyên KJA'yê komploya 15'ê Sibatê şermezar kirin.
Pêkhateyên KJA'yê, li navçeya Mêrdîn Dêrikê bi armanca şermezarkirina komploya navneteweyî li avahiya DBP'ê ya navçeyê daxuyaniyek dan çapemeniyê.
Aktîvîsta KJA'yê Gulseren Yuzal daxuyanî da û bi şermezarkirina komploya navyeteweyî ya 15'ê Sibatê re dest bi axaftina xwe kir.
Yuzal da xuyakirin, ku komploya li hemberî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ew weke komploya li dijî jinan jî dibînin û got, "Weke jinên Kurd em ê ti carî komplo û tecrîdê qebûl nekin."
Daxuyanî bi qîrîna dirûşma "Bimire komploya 15'ê Sibatê" bi dawî bû.