Malbat û parêzerên ji bo teşxîskirinê çûn tên astengkirin

Malbat û parêzerên ji bo teşxîskirina cenazeyan derketin rê, li Deriyê Sînor ê Xabûrê tên astengkirin.

Malbat û parêzerên ji bo teşxîskirina cenazeyan hewl dan biçin Xabûrê tên astengkirin. Parlamentera HDP’ê ya Şirnexê Leyla Bîrlîk ku li gel malbat û parêzeran e, wiha got: “Hewl didin ser înfaz û qetlîamanên kirîne binuxumînin.”

Cenazeyên kesên ku li jêrzemîna 3’yemîn a li Cizîrê hatin qetilkirin, 3 roj in radikin nexweşxaneyên Riha, Mêrdîn û Şirnexê. Herî dawî 36 cenaze biribûn depoya hewaya sar a li Xabûrê.

Li ser vê malbat ji bo teşhîskirinê ketin nav tevgerê. Li gel malbatan parêzer jî ji bo tevlî karên otopsiyê bibin ber bi Xabûrê ketin rê.

Parlamentera HDP’ê ya Şirnexê Leyla Bîrlîk li gel malbat û parêzeran e, got li deriyê sînor tên astengkirin, bi talîmata Waliyê Şirnexê ve destûra derbasbûyinê nayê dayîn.

Bîrlîk wiha axivî: “Malbat dixwazin zarokên xwe teşxîs bikin û parêzer jî xwe dispêrin mafên xwe û hewl didin tevlî otopsiyê bibin. Lê, bi awayekî bê hiqûqî em têne rawestandin. Waliyê Şirnexê talîmat daye, ji bilî yên biçin Iraqê wê rê nedin ti kesên din. Pir eşkere ye ku hewl didin ser înfaz, qetlîamên pêk anîne binuxumînin. Bi awayekî ji xwe bawer dibêjim ku birîndarên li jêrzemîna sêyemîn hatin înfazkirin. Ji cenazeyên destpêkê anîn Rihayê 8 jê ji serê xwe gule xwarine. Niha jî dixwazin ser van cinayetên xwe bigirin. Em nikarin bi telefonê re jî bi dozgerê otopsiyê re hevdîtinê bikin. Em bi kiryarên ku ne di hiqûq, ne di exlaq, ne mirovahî ne jî di tiştekî din de cihê xwe heye re rû bi rû ne. Axaftinek Waliyê Şirnexê êdî li vir li ser hiqûqê ye jî.”