Nasnameyên 3 şervanan hatin eşkerekirin
YPG'ê bi daxuyaniyeke nivîskî nasnameyên 3 şervanên xwe yên di berxwedana li dijî çeteyan de jiyana xwe ji dest dan, eşkere kir.
YPG'ê bi daxuyaniyeke nivîskî nasnameyên 3 şervanên xwe yên di berxwedana li dijî çeteyan de jiyana xwe ji dest dan, eşkere kir.
YPG'ê bi daxuyaniyeke nivîskî nasnameyên 3 şervanên xwe yên di berxwedana li dijî çeteyan de jiyana xwe ji dest dan, eşkere kir.
Daxuyanî bi vî rengî ye:
"Destketiyên li Rojava ku di her saeta her rojê de bi têkoşîna berxwedanê ya yekîneyên me re mezin dibin, bi xwîna paqij a hêzên me bi pêş dikeve û gelê me yê li Rojava, bi saya hevalên me yên leheng di nava aramiyê de dijîn. Ji ber ku ev xeleka berxwedanê bingeha berxwedana mirovahiyê ye, bi hezaran mirovên xwedî şeref ji bo li dijî dijminê mirovahiyê şer bikin hatin Rojava. Ji bo rûmet û azadiya gel, cihê xwe di nava têkoşîna berxwedanê de girtin.
3 hevrêyên me di bin sîwana Hêzên Sûriyeya demokratîk (HSD) de berxwedan û lehengiyeke bêhempa nîşan dan û tevlî karwanê şehîdan bûn.
Di destpêkê de em ji malbatên şehîdên xwe yên YPG/YPJ'ê er û tevahiya mirovahiyê re sersaxiyê dixwazin. Em soza xwe dubare dikin ku li ser şopa wan em ê têkoşînê bi serketinê re tacîdar bikin."
Nasnameyên şervanan:
Nasnav: Şahîn Mîrgever
Nav paşnav: Erdelan Nîciyan Fend
Navên dayik û bav: Şikriye-Cengîz
Cihê ji dayikbûnê: Ûmriye
Cih û dema şehadetê: Efrîn/Gundê Ziyaretê - 04.02.2016
Nasnav: Dijwar Hesekê
Nav paşnav: Mehmûd Îsa
Navên dayik û bav: Cohera-Xidir
Cihê ji dayikbûnê: Hesekê
Cih û dema şehadetê: Hesekê/10.02.2016
Nasnav: Zagros Cîlo
Nav paşnav: Şervan Silêman
Navên dayik û bav: Zakîa-Sêfedîn
Cihê jidayikbûnê: Efrîn-Qestel Cîndo
Cih û dema şehadetê: Minix/10.02.2016