22 malbat hatin Silopiyayê

Ji bo 36 cenazeyên li jêrzemînên wehşetê yên Cizîrê hatin qetilkirin û anîn Silopiyayê, 22 malbat hatin navçeyê.

Ji bo 36 cenazeyên li jêrzemînên wehşetê yên Cizîrê hatin qetilkirin û anîn Silopiyayê, 22 malbat hatin navçeyê.

Ji kesên ku li Cizîrê li jêrzemînên avahiyan ji aliyê hêzên dewletê ve hat qetilkirin, cenazeyên 36 kesan anîn depoya hewaya sar a li Deriyê Sînor a Xabûr a Silopiyayê. Malbatên kesên birîndar ên ku di avahiyan de asê ma bûn jî bi îxtimala ku cenaze yên zarokên wan bin, hatin Silopiyayê. Malbatên Derya Koç, Mahsum Erdogan, Muharrem Erbek, Sabrî Sezgîn, Yasemîn Çikmaz, Îbrahîm Temel, Yakup Yalçin, Bariş Gasir, Abdullah Gun, Felek Çagdavul, Mehmet Ozkul, Nursel Dalmiş, Selîm Turay, Firat Malgaz, Sakîne Şîray, Cîhan Karaman, Ercan Bîşkîn, Yakup Dadak, Kasim Yana, Ramazan Aydin, Lokman Bîlgîç û Mehmet Tunç hatin Silopiyayê. 

Dayika Muharrem Erbek, Ayşe Erbek bibîrxist ku ji bo zarokên wan sax xilas bibin bang li hemû cîhanê kirine û got "Kesî qîrîna me nebîhîst. Herî dawî ku ez bi zarokê xwe re axivîm rewşa wî baş bû. Erdogan û kesên piştgiriya wî dikin berpirsyarê vê komkujiyê ne."

Yek ji dayikan Hediye Erdogan jî li hemberî komkujiyê hêrsa xwe anî ziman û got "Êşa me ji xwe teze bû êşek din jî lê zêde kirin. Jin qetil kirin û laşê wan ê tazî teşhîr kirin. Dema min ew wêne dîtin min cenazeyê kurê xwe ji bîr kir. Kesên di jêrzemînan de asê mabûn ewil kuştin piştre jî cenazeyên wan şewitandin. Bila Erdogan vê baş bizane, wê ev kesên hatine qetilkirin bi sekna xwe ya bi rûmet werin bîranîn lê Erdogan wê bi komkujiyan re were bîranîn."