Girtiyên PAJK'î komplo lenet kirin, berxwedana xwerêveberiyê silav kirin

Girtiyên PAJK'î, komploya 15'ê Sibatê lenet kirin û banga "Divê em xwedî li berxwedana Cizîr û Sûrê derkevin" kirin.

Girtiyên PAJK'î yên li girtîgehên Kurdistan û Tirkiyeyê tên ragirtin, komploya 15'ê Sibatê ya di şexsê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de li hemberî gelan hat kirin, şermezar kirin.

Girtiyan di daxuyaniya nivîskî de ragihandin, ku 15'ê Sibatê ji bo Kurdan roja 'reş' û 'lenetbûyî' ye û dan zanîn, ku bi komployê re di şexsê Ocalan de hewl hatiye dayîn gelê Kurd teslîm were girtin.

'EM XWEDÎ LI BERXWEDANÊN CIZÎR Û SÛRÊ DERKEVIN'

Di daxuyaniyê de hat gotin, "Gelê Kurd komploya bê exleq ti carî ji bîr nekir û wê ji bîr neke" û daxuyaniyê wiha dewam kir: "Komploya navneteweyî bi temamî bê pûçkirin. Heta ku komplo neyê pûçkirin li ser xaka me gel nikare azad bijî. Ji bo jiyaneke azad divê komplo li her qadê bê pûçkirin. Divê li xaka me zîhniyeta demokrasiyê bê belavkirin. Divê em xwedî li berxwedana Cizîr û Sûrê derkevin.

Beriya her tiştî kesên ji xwe re dibêjin ez mirov im, divê nebin parçeyekî vê komkujiyê û li hemberî komkujiyê dengê xwe bilind bikin, cihê xwe di nava berxwedanê de bigirin. Pêwîste berxwedana xwerêveberiyê bê mezinkirin, hêzên komploker bên têkbirin."