Komalên Ciwan: Hemû ciwanên bi namûs û wijdan divê tevlî YPS'ê bibin

Koordînasyona Komalên Ciwan, li ser komkujiyên AKP li Cizîr û gelemperiya Kurdistanê dike de daxuayniyek weşand û banga tevlîbûna li nava refên YPS'ê kir.

Koordînasyona Komalên Ciwan, li ser komkujiyên AKP li Cizîr û gelemperiya Kurdistanê dike de daxuayniyek weşand û banga tevlîbûna li nava refên YPS'ê kir.

Di daxuyaniya nivîskî ya koordînasyonê de hat ragihandin, ku keleha berxwedanê ya gelê Kurd Cizîrê, di herikîna dîrokê de ti carî serî li ber hêzên serdest netewandiye û hat destnîşankrin, ku Cizîrê di salên 90'î de jî bi berxwedana xwe re bersiva pêwîst daye dewleta Tirk a faşîst. 

Di dewama daxuyaniyê de hat gotin, "Di nava du mehên dawî de êrîşên çeteyan derketine asta herî bilind û dewleta AKP-Qesrê ya fêm kiriye nema dikare vê berxwedanê bişikîne, hewl dide bajarekî din jî tevî gelê tê de ye qir bike, wêran bike. Zarok, ciwan, extiyar gel li nava kolanan bi hovane qetil kir û îşkence li cenazeyan kir. Gelê li hemberî vê zilmê li ber xwe dide jî bi tî û birçîbûnê re hewl dide teslîm bigire û berxwedanê bişikîne. Li hemberî vê yekê ciwanên egîd û leheng ên Kurdistanê û gelê me li gelek deveran bersiva pêwîst dane û didin.

'WÊ JI AXA KURDISTANÊ BÊN QEWIRANDIN'

Divê neyê ji bîrkirin; yekane tişta vî şerê topyekûn pûç bike, berxwedana topyekûn e. Yên gelê me qetil dikin, eger ji wan heye u bi vî rengî wê bêbersiv bimînin, bila li dîroka xwe vegerin û binêrin. Dewleta Tirk û çeteyên vê dewletê yên îro li Cizîr, Sûr, Nisêbîn, Gever û her devera Kurdistanê ku zerarê dide wan, li ku di bin bila bibin yek bi yek wê tol ji wan bê hilanîn. Polîs û artêşa Tirk a dagirker, wê hesabê komkujiya li Cizîrê kiriye qat bi qat bide. Dewleta Tirk a dagirker wê tevî hemû sazî û nokerên xwe ji xaka pîroz a Kurdistanê bê qewirandin."

BANGA TEVLÎBÛNA LI NAVA REFÊN YPS'Ê

Koordînasyona Komalên Ciwan di dawiya daxuyaniya xwe de got, "Ciwanên leheng ên Kurd û gelê Kurd, mîna her carê, divê weke afirînerê azadiyê, vê dagirkerî û van komkujiyan bisekinînin, û agirê serhildanê geş bikin. Di serî de ciwanên Kurd em bang li her kesên xwedî namûs û wijdana civakî dikin, ku tevlî nava refên YPS'ê bibin, xwedî li tax, gund, bajar, pêşeroja xwe û axa pîroz a Kurdistanê derbikeivn. Li ser vê bingehê em hemû şehîdên azadiyê bi rêzdarî bibîr tînin, berxwedana gelê xwe ya pîroz silav dikin. Tolhildana me wê soza me be."