Jinên Kurd ên li Marsîlyayê bi partiya desthilatdar re ‘Cizîrê’ gotûbêj kirin

Jinên li Marsîlyayê bi çalakiya dagirkirinê ve ji parlamenter randevû girtin. Di hevdîtinê de qetlîamên AKP’ê yên li Cizîr û tevahî Kurdistanê hat gotûbêjkirin. Parlamenter Carlottî da xuyakirin ku qetlîaman şermezar dikin û wê rolê bigirin ser xwe.

Jinên Kurd ên li bajarê Marsîlya yê Fransayê, li dijî qetlîamên li Cizîrê çalakiya dagirkirinê li dar xistin.

Komek jinên çûn partiya desthilatdar a SP’yê, nêzî du saetan çalakiya xwe domandin. Jinan di hevdîtina bi rayedarekî re israr kirin, li ser vê xebatkarê buroyê hewl da jinan mijûl bike û bang li polîsan kir. Jinan diyar kirin ku eger zor jî bikar anîn wê çalakiya xwe bidomînin, gotin dixwazin qetlîamên li Kurdistanê ji raya giştî ya Ewropa re vebêjin.

Di encama israra çalakvanan de bi parlamentera herêma 4, 5 û 6 a Marsîlya ya SP a li Parîsê Marîe-Arlette Carlottî re bi telefonê re axivîn, randevû girtin.

CARLOTTÎ: EM QETLÎAMAN ŞERMEZAR DIKIN

Îro roja randevuyê bû, hevberdevkên Meclîsa Jinan a Arîn Mîrkan Sûzan Aydemîr û Nezahat Şahîr tevlî hevdîtinê bûn. Di hevdîtinê de qetlîamên AKP’ê yên li Cizîr û tevahî Kurdistanê hatin gotûbêjkirin. Jinan xwestin ku SP berpirsiyariyê bigire û zextê li ser dewleta Tirk ava bike.

Parlamenter Carlottî jî got têkoşîna azadiyê ya jinên Kurd li dijî DAIŞ û dewleta Tirk didin bi heyranî temaşe dike, bûyeran dişopînin û qetlîama dewleta Tirk a li Cizîrê şermezar dikin. Carlottî soz da ku wê bi xwe bang li tevahî hilbijartiyan bike û naveroka hevdîtina bi jinên Kurd re bi raya giştî ya Fransî re parve bike.

Piştî hevdîtinê, li ser daweta jinên Kurd, Marîe Carlottî tevlî mîtînga li Navenda Civaka Kurd a bi armanca protestokirina qetlîama Cizîrê bû û li vir axaftinek kir.