Nasnameya cenazeyekî li Mêrdînê diyar bû

Nasnameya cenazeyekî li navçeya Cizîrê ê ji aliyê hêzên dewletê ve di jêrzemîna avahiyê de bi çekên giran hat qetilkirin û birin Mêrdînê diyar bû.

Nasnameya cenazeyekî li navçeya Cizîrê ê ji aliyê hêzên dewletê ve di jêrzemîna avahiyê de bi çekên giran hat qetilkirin û birin Mêrdînê diyar bû. Ji 7 cenazeyên birin Mêrdînê malbata Ekrem Sevilgen ê 17 salî cenazeyê kurê xwe teşhîs kirin. 

Hêzên dewletê li navçeya Cizîrê ya Şirnexê li 3 jêrzemînên avahiyan bi çekên giran komkujî pêk anîn û zêdeyi sed welatî qetil kirin. Cenazeyên welatiyên hatin qetilkirin li gelek nexweşxaneyan hatin belavkirin. Malbat bi şopa cenazeyên zarokên xwe ketin. Ji 7 cenazeyên ku ji Cizîrê biribûn Mêrdînê nasnameya Ekrem Sevîlgen ê 17 salî diyar bû. Malbata Sevîlgen ku çûn nexweşxaneya Dewletê ya Artûkluyê cenazeyê kurê xwe teşhîs kirin û diyar kirin ku cenaze yê kurê wan Ekrem Sevilgen e.

Malbatê diyar kir ku wê cenaze bibin li Cizîrê defin bikin.