Meşvan li Parlamentoya Eyaleta Saarlandê ne

Meşvanên dirêj parlamentoya eyaletê ya Saarlandê ziyaret kirin.

Meşvanên dirêj parlamentoya eyaletê ya Saarlandê ziyaret kirin. Di hevdîtina bi Şefê Fraksiyona Saarland ê Dîe Lînke Prof. Dr. Bîerbaûm de diyar kir ku piştgiriya têkoşina azadiya Kurdan dikin û qetlîamên AKP’ê şermezar dikin.

Kurdistaniyên li eyaleta Saarland a Elmanyayê bi armanca protestokirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û qetlîamên AKP’ê yên li Bakurê Kurdistanê meşa dirêj li dar xistin, meş bi mîtîngek li pêşiya parlamentoya eyaletê bi dawî bû. Kurdistaniyên danê sibehê saet 09.00’an ji bajarê Bûrbach ketin tevger, piştî meşa 7 kîlometreyan gihiştin pêşiya Parlamentoya Eyaletê ya Saarlandê û li vîr mîtîng li dar xistin.

Meş rastî eleqeyek mezin a medyaya xwecîhî hat.

Kurdistanî li pêşiya parlamentoyê ji aliyê Şefê Fraksiyona Saarland ê Dîe Lînke Prof. Dr. Heînz Bîerbaûm û gelek endamên Partiya Marksîst Lenînîst Komunîst a Emanyayê hatin pêşwazîkirin.

PROF. BÎERBAÛM: EM QETLÎAMÊN DEWLETA TIRK ŞERMEZAR DIKIN

Prof. Dr. Heînz Bîerbaûm piştî girse silav kir, li ser navê meşvanan komek dawetî parlamentoya eyaletê kir.

Bîerbaûm bi heyetek 5 kesan re hevdîtin pêk anî, got parlamento heta ev hefteyeke di betlanê de ye, ji bo karibe Kurdistaniyan pêşwazî bike bi xwe bi taybet hatiye. Heînz, diyar kir ku gerek bûyerên li Rojava gerek jî yên li Bakurê Kurdistanê ji nêz ve dişopînin, got li hember wehşetê hestiyar in, wiha dewam kir: “Em wek Dîe Lînke me çawa ji bo lehengiya Kurdên li Rojava li çepikan dan, em ewqasî jî qetlîamên dewleta Tirk ên li Bakurê Kurdistanê şermezar dikin. Em dixwazim destnîşan bikin ku her pirsgirêk divê bi rêya diyalogê bê çareserkirin.”

 ‘DIVÊ PKK JI LÎSTEYA TERORÊ BÊ DERXISTIN’

Prof. Bîerbaûm got PKK’ê wek rêxistinek terorî nabînin, wiha dewam kir: “Ji bo PKK ji lîsteya terorê bê derxistin divê hin hewldanên zêdetir bê dayîn. Ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd divê her du alî jî ji nû ve li ser maseyê rûnin. Ocalan ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd mifteyek e û divê demildest bê berdan.”

Her wiha Prof. Bîerbaûm destnîşan kir ku xweseriya demokratîk a li Kurdistanê tê pêşxistin modelek maqûl e û diparêzin.

...