Jinên Wanî, Êlîhî û yên Enqereyî hovîtiya li Cizîrê li ser bedena jinê pêk hat şermezar kirin. Jinan anîn ziman ku hovîtiyê li ser bedena Ekin Wanê dest pê kir û bi hovîtiya li ser bedena jinan li Cizîrê berdewam kir.
ANF
NAVENDA NÛÇEYAN
în, 12 reşemiyê 2016, 14:49
Saziyên jinan ên Wanê êrîşên hêzên dewletê yên li ser bedena jinê tê meşandin şermezar kirin. Jin li ber Navenda Jinan a Rojîn a Wanê kom bûn û teşhira li ser bedena jinê bi daxuyaniyekê şermezar kirin. Di daxuyaniyê de endam û rêveberên KJA, HDP, DBP'ê amade bûn. Li ser navê saziyên jinan Hawar Derya daxuyanî da û anîn ziman ku hovîtî û teşhîra li ser bedena jinê bi endama YJA Starê Kevser Elturk (Ekin Wan) dest pê kir û bi teşhîra li ser bedena jinê ya li Cizîrê berdewam kiriye. Derya anî ziman ku AKP'ê bi şerê ji tîrmehê daye destpêkirin û heta niha jin, zarok û welatiyan qetil dike û ew êdî vê yekê qebûl nakin. Jinan di çalakiyê de siloganên "Şoreşa jîne li Cizîre pêk tê" û "Ekin Wan rûmeta me ye" berz kirin." Derya da zanîn ku têkoşîna wan a bi hişmendiya zilam re dê bidome.
Daxuyanî bi silogana "Jin jiyan azadi" bi dawî bû.
ENQERE
Li Enqereyê jî jinan bi silogana "Em ne alîgirê mirinê alîgirê jiyanê ne" li dijî tundiya jinan kampanya dabû destpêkirin û heta niha 10 hezar îmze kom kirin. Jin ji bo îmzeyên kom kirine bidin meclîsê meşiyan meclîsê. Jinên ku îmze kom kirin li Kolana Yukselê daxuyanî dan çapemeniyê. Jinan di çalakiyê de pankarta "Em alîgirê jiyanê ne" vekirin û dowîzên "Cizîr", "Sîlopya" û Sûr" rakirin. Bê navber siloganên "Em ji bo aştiyê israr dikin" û "Cizîr, Sîlopya û Sûr, şer rawestîne" berz kirin. Endama Platforma Jinan a Enqereyê Pelin Kalkan, anî ziman ku li Cizîrê jin hat qetilkirin û hat tazîkirin û wiha got: "Jinên tên qetilkirin rûmeta me ye. Em natirsin, bêdeng namînin û em stu xwar nakin. Jin dê îmzeyên kom kirine saet di 17.00'an de radestî meclîsê bikin.
ÊLIH
Li Êlîhê jî KJA bi armanca şermezarkirina teşhîrkirina bedena jinê ya li Cizîrê ji aliyê hêzên dewletê ve hatî qetilkirin û piştre jî bedena wê hatî teşhîr kirin meşiyan. Jinên ku li ber avahiya DBP’ê ya Êlîhê civîyan, heya riya Gulîstanê bi diruşmayên “Bijî berxwedana Surê” û “Bedena jinê rumeta me ye” meşiyan. Di meşê de pankarta “Bi jina azad re Kurdistana azad civaka azad” vekirin û alên KJA hilgirtin. Rêvebera Rêxistina DBP’ê Songûl Korkmaz axivî û anî ziman ku hişmendiya bedena Ekîn Wan teşhîr kirî îro heman hişmendî li Cizîrê ser kare û got ku li Cizîrê bedena hemû jinan hatiye teşhîr kirin.
Berdevka Navenda Şewirmendiya Jinan a Selîsê Berîvan Işik diyar kir ku ew tû caran li hemberê hişmendiya bedena jinê teşkîr kirî serî natêwenin û got ku ew dê berxwedana jinan bidomênin.
Piştî axaftinan jin bi diruşmayên “Jin jiyan azadî” belav bûn.