Li Êlihê polîsan êrîşî protestoya 15’ê Sibatê kirin
Gelê li Êlihê komploya 15’ê Sibatê protesto dikir rastî êrîşa polîsan a bi bombeyên gazê hat. Li bajar pevçûn didomin.
Gelê li Êlihê komploya 15’ê Sibatê protesto dikir rastî êrîşa polîsan a bi bombeyên gazê hat. Li bajar pevçûn didomin.
Bi sedan kesên ku li Êlihê bi armanca protestokirina komploya 15’ê Sibatê li pêşiya avahiya HDP’ê ya bajar kom bûn hewl dan ber bi Parka Ataturk bimeşin. Lê, polîsên ku cade bi wesayîtên zirxî û TOMA’yan dorpêç kirin bi ava şid û bombeyên gazê êrîşî gel kirin.
Li ser êrîşa polîsan gel jî bi keviran bersiv da. Pevçûnên derbasî kolanan û taxan bûn dewam dikin, ciwanan li gelek cadeyan agir pêxistin, rê li trafîqê girtin.
Li bajarê ku derabe nehatine vekirin, pevçûn dewam in.