Cenazeyê endamê YPS'ê Kazici hat veşartin

Mûrat Kazici yê YPS'yî ku li Cizîrê ji aliyê hêzên dewletê ve hat qetilkirin, bi merasîmeke ku bi hezaran kes lê amade bûn, hat veşartin.

Cenazeyê endamê YPS'ê Mûrat Kazici yê li Cizîrê jiyana xwe ji dest da û cenazeyê wî duh ji aliyê malbatê ve ji Nexweşxaneya Dewletê ya Silopiyayê hat wergirtin, anîn navçeya Wêranşar Rihayê. Di merasîma cenaze ya li vê derê de tevî rêveberên HDP û DBP'ê yên bajar û navçeyan û Parlamenterê HDP'ê yê Rihayê Îbrahîm Ayhan bi hezaran kes lê amade bûn. Li navçeya ku esnafan dikanên xwe venekirin, gel danê sibehê berê xwe da mala li taxa Hurriyetê. Cenazeyê ji vir hat wergirtin bi konvoyê birin goristana li ser rêya Serêkaniyê. Girseya gel darbest li ser milan bir goristanê.

Di meşê de wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û Kazici hatin hilgirtin, dirûşmên "Şehîd Namirin", "Ey şehîd xwîna te li erdê namîne", "Kujer Erdogan", "Bijî YPS" û "PKK gel e gel li vir e"hatin qîrîn.

Piştî bicihanîna wecîbeyên olî, ji bo bîranîna cangoriyên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane, deqeyek rêz hat girtin û cenazeyê Kazici li ber sirûda Çerxa Şoreşê hat veşartin.

'BI BERXWEDANÊ RE EM DIKARIN WEHŞET Û KOMKUJIYÊ BISEKINÎNIN'

Parlamenterê HDP'ê yê Rihayê Îbrahîm Ayhan li merasîma cenaze peyivî û anî ziman, ku AKP'ê li jêrzemînan mirovahî qetil kiriye. Ayhan destnîşan kir, ku rê û bersiva herî mezin a sekinandina wehştê, berxwedan e û got, "Bi berxwedana topyekûn re em dikarin bi ser bikevin. Şehîd Mûrat ji bo rûmeta gelê Kurd li Cizîrê bi mehan li ber xwe da û şehîd ket. Bi salane komkujî li gelê Kurd tê kirin. Lê belê ti carî ji rêya xwe venegeriya ye û wê venegere."

Xalê Kazici Halîl Kaizici jî di axaftina xwe ya li vir de got, "Şehîd Mûrat ne tenê şehîdê me ye, şehîdê tevahiya Kurdên bi şere û rûmet e. Bi şehîd Mûrat re serê me bilind û wê her tim di dilê me de bijî."

Li taxa mala malata Kazici lê ye, wê serdanên sersaxiyê werin qebûlkirin.

...